Yaşar Guler: Bi hevahengiya Iraqê di operasyonên dijî PKKê de gavên girîng hatine avêtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler radigihîne, wan bi hevahengiya Iraqê, di operasyonên dijî PKKê de gavên girîng avêtine. Herwiha got, operasyonên wan dê li Sûriyeyê berdewam bin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro 17ê Tîrmehê li gel serokerkan û fermandarên Artêşa Tirkiyê civiya û da xuyakirin, ji ber şer û pevçûnan li cihan û navçeyê rewşa ewlekariya hestiyar e û di rewşeke wiha de parastina berjewendiyên Tirkiyê girîng dibînin.

Yaşar Guler got: “Şerê dijî terorê ku erkê me yê sereke ye, operasyonên me, li cografyake asê û di bin germeke dijwar de berdewamin. Bi van operasyonan, rêxistina terorê êdî nikare bilive. Bi hevahengiya hikûmeta Navendî ya Iraqê li hemberî rêxistina terorê şerê me yê hevbeş bingeha aramiyeke hertimî li navçeyê dirust dike.”

Herwiha got: “Bi tevgerên hevbeş û parvekirina ezmûnan, li sahayê hevkariyên me zêde dike û kesên ji vê yekê nerazîne, dilgiran dibin. Çavê me di ax û mafên serweriya tu aliyek de nîne. şerê me dijî rêxistinên terorê ye ku ziyanê didin aramiya navçeyê.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî got: “Em Sûriyeyê ji nez ve dişopînin. Divê gelê Sûriyeyê çarenivîsa xwe diyar bike. Wek li Iraqê, em piştgiriyê didin hewlên lêgerînên li çareseriyê.

Herwiha amaje bi wê kir, hin alî bi piştevaniya aliyên neyasayî, mafên serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê binpê dikin, operasyonên wan dê bi awayekî neçaverêkirî, bilez û hertimî berdewam bin.

Fly Erbil Advertisment