Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi dehan bazirganên madeyên hişbir girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi dehan kes bi tometa kirîn û firotina madeyên hişbir û bi dehan kes bi tometa bikaranîna madeyên hişbir girtin.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro 17ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di hewlên berdewam ên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo aramiya civakî, rûbirûbûna madeyên hişbir û avakirina civakeke saxlem berdewam de, Asayişa Herêma Kurdistanê bi hevkariya rêveberiyên din, ji 24ê Cotmeha 2023an heta 12ê Tîrmeha 2024an ve, bi dehan bazirganên madeyên hişbir girtin ku di nav wan de bazirganên navxweyî, biyanî û navdewletî hene û bi dehan kesên din bi tometa bikaranîna madeyên hişbir girtin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî, “Hevdem bireke mezin ji madeyên hişbir di nav de krîstal, krîstalên şil, heşîş, afyon, heroin û marijuana hat desteserkirin. Herwiha çendîn kîlogram Kaptagon û bi hezaran şîtên hebên tramadol jî hatin desteserkirin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere kir, hemû tohmetbar lêkolîn bi wan re hatine kirin û ji bo dadwer hatine şandin.

Di heman demê de, Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 8 meh û nîvan de dest danîne ser 952 kîlogram madeyên hişbir.

Amarên madeyên desteserkirî

Heroin: 5 kg

Heşîş: 89 kîlo

Marijuana: 3 kg

Afyon: 28 kg

Krîstal: 205 kg

Krîstala şil: 51 kg

Hebên Kaptagonê: 365 kg

Hebên Kaptagon ên Fom re têkelkirî: 206 kg

Hebên Tramadol: 28944 şît

Fly Erbil Advertisment