Ji ber êrîşa eliktironî li çend balafirxaneyên Ewropa û Amerîkayê geşt hatine rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber êrîşa eliktironî li çend balafirxaneyên Ewropa û Amerîkayê geşt hatine rawestandin, di eynî demê de kompaniya Microsoftê radigehîne ku li ser çarekirina wê arêşeyê berdewam e ya ku di bernameya Microsoft365ê de çê bûye.

Îro (În, 19.07.2024) piraniya pirose û çalakiyan li balafirxane û dezgehên ragehandinê û bankên çend welatan li Ewropa û Amerîka û welatên din ên cîhanê keftin bin bandora êrîşeke eliktironî û ji kar keftin.

Kompaniya Microsoftê ji aiyê xwe ve ragehand ku, li ser çarekirina wê arêşeyê berdewam in a ku di bernameya Microsoft365ê de çê bûye.

Kanala Sky Newsê ya Brîtanyayê jî keftiye bin bandora wan êrîşan û ji kar keftiye. Herwesa serederîkirina bi petrol û gazê li London û Sengaporê ji ber têkçûna internetê rawestiyaye.

Ji verêja van êrîşan li çend balafirxaneyên Ewropa û Amerîkayê geşt hatine rawestandin û wê arêşeyê borse, hêlên veguhastinê, nexweşxane û çend cihên din li cîhanê vegirtine û sîstema dana tikêtên balafiran li Tirkiyeyê tûşî arêşeyê bûye û xizmetkariya bankê û sîstema postê ya Israîlê ji kar keftine.

Sedema serekî ya wê arêşeyê apdeyteke sîstema Microsoft Windowsê ye ku bi awayekî demkî bûye sedema nemana peywendiyê di navbera xizmetkariyên wekî OneDrive û SharePoint û hin bernameyên din e.

Kompaniya Microsoftê mijûlî çarekirina wê arêşeyê ye û bi qonax xizmetkarî dê vebigerin rewşa xwe ya asayî.

Li dû gotina şarezayên eliktironî, arêşe ji awayê peywendîkirina nav bernameyan bi xwe ye û peywendî bi aliyên ewlehiyê ve nîne, lewma çi metirsî li ser zanyaran nînin.

Fly Erbil Advertisment