Sîstema cîhanî ya Microsoftê têk çû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro (În, 19.07.2024) ji nişkê ve û bê çi haydariyeke pêşwext arêşeyek di sîstema teknolojiya zanyaran a kompaniya Microsoftê ya Amerîkayî de çê bû, û wê arêşeyê piraniya balafirxane, bank, kompaniyên Ewropa û Amerîkayê û çend welatên din vegirtin.
Kompaniya Microsoftê ragehand ku, pêngav bi lez ji bo çarekirina wan arêşeyan avêtine, lê ji ber givaştin û li ser hev kombûna arêşeyan ku li pareke zêde ya cîhanê çê bûne çarekirina arêşeyan wesa hêsan nabe.
Ew arêşe, ku di sîstema zanyaran a balafirxaneyên Ewropa, Amerîka, Awstralya, Tirkiye û Hindistanê de qewimiye, bûye sedema hilweşandina gelek geştan û jikarxistina balafirxaneyan.