Rûsya: Balafirxaneyên me nekeftine bin bandora arêşeyên eliktironî
Navenda Nûçeyan (K24) - Kargêriya Balafirxaneya Domodedovoyê ya Rûsyayê ragehand ku, balafirxaneya wan nekeftiye bin bandora wan arêşeyên eliktironî yên ku sîstema kompûterê girtiye.
Nivîsîngeha ragehandinê ya wê balafirxaneyê herwesa ragehand ku, arêşeya cîhanî di teknolojiya zanyaran de bandor li ser karê wê balafirxaneyê nebûye.
Wê nivîsîngehê amaje jî da ku, ew balafirxane amade ye sîstema terxankirina yedek a Astrayê, ku sîstemeke terxankirina yedek a temam Rûsyayî ye, ji bo hevparên xwe dabîn bike.
Herwesa kompaniya Red Wingsê ragehandiye, hêlên balafirvaniyê yên Rûsyayê ji mêj ve ji bo sîstema terxankirina navxweyî hatine guhertin, lewma arêşeya eliktironî ya cîhanî bandor li ser nebû.
Îro (În, 19.07.2024) piraniya pirose û çalakiyan li balafirxane û dezgehên ragehandinê û bankên çend welatan li Ewropa û Amerîka û welatên din ên cîhanê keftin bin bandora êrîşeke eliktironî û ji kar keftin.
Sedema serekî ya wê arêşeyê apdeyteke sîstema Microsoft Windowsê ye ku bi awayekî demkî bûye sedema nemana peywendiyê di navbera xizmetkariyên wekî OneDrive û SharePoint û hin bernameyên din e.
Kompaniya Microsoftê mijûlî çarekirina wê arêşeyê ye û bi qonax xizmetkarî dê vebigerin rewşa xwe ya asayî.
Li dû gotina şarezayên eliktironî, arêşe ji awayê peywendîkirina nav bernameyan bi xwe ye û peywendî bi aliyên ewlehiyê ve nîne, lewma çi metirsî li ser zanyaran nînin.