Piştî arêşeya eliktironî, Balafirxaneya Navdewletî ya Dubey asayîbûna karên xwe radigehîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirxaneya Navdewletî ya Dubey radigehîne ku, karê wan asayî bûne piştî ku ji ber arêşeya eliktironî rûbirûyî rawestiyanê bûbû û wekî piraniya balafirxaneyên welatan keftibû bin bandora wê arêşeyê.

Îro (În, 19.07.2024) piraniya pirose û çalakiyan li balafirxane û dezgehên ragehandinê û bankên çend welatan li Ewropa û Amerîka û welatên din ên cîhanê keftin bin bandora êrîşeke eliktironî û ji kar keftin.

Sedema serekî ya wê arêşeyê apdeyteke sîstema Microsoft Windowsê ye ku bi awayekî demkî bûye sedema nemana peywendiyê di navbera xizmetkariyên wekî OneDrive û SharePoint û hin bernameyên din e.

Kompaniya Microsoftê mijûlî çarekirina wê arêşeyê ye û bi qonax xizmetkarî dê vebigerin rewşa xwe ya asayî.

Li dû gotina şarezayên eliktironî, arêşe ji awayê peywendîkirina nav bernameyan bi xwe ye û peywendî bi aliyên ewlehiyê ve nîne, lewma çi metirsî li ser zanyaran nînin.

Fly Erbil Advertisment