Hêzên ser bi Tirkiyeyê ve 5 gundên Til Rifetê bombebaran dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên derdora Til Rifetê bombebaran dikin û ziyaneke madî ya mezin gihîştiye xaniyên sivîlan.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkeyê û grûpên çekdaran ji şeva borî ve gundên Şêx Îsa, Hirbil, Um El-Hoş, Um El-Qura û El-Wehşiyê yên li bakurê Helebê topbaran dikin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, piraniya êrîşan li ser avahiyên sivîlan bûne û di encamê de ziyanên madî yên mezin gihîştin mal û milkên gundiyan.

Ji encama êrîşa li ser herêma Efrînê û dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, dora 350 hezar Kurdên Efrînê koçber bûn û hejmarek mezin ji wan li bajarokê Til Rifetê, gundên wê bi cih bûne ku di destê HSDê de ye.

Fly Erbil Advertisment