Mûrat Kûrûm: Li Diyarbekirê heta niha 4415 xanî radestî mexdûran bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê bi rayedarên AK Partiyê re serdana Parêzgeriya Diyarbekirê kir û amaje kir ku heta ew hemû mexdûriyetên erdhejê qerebû bikin, dê bênavber xebatan bimeşînin.
Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Mûrat Kûrûm bi Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu ku di heman demê de Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajarvaniyê yê nû ye serdana Parêzgeriya Diyarbekirê kir û ji aliyê Parêzgarê Diyarbekir Mûrat Zorlû oglû ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de pêvajoya avendankirinê ya piştî erdhejên 6ê sibatê hat nirxandin û Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê yê Tirkiyeyê Mûrat Kûrûm civînek çapemeniyê jî lidar xist.
Di civînê de Wezîr Kûrûm da zanîn ku li 11 bajarên ketîn ber erdhejê wan dest bi çêkirina 283 hezar avahiyan kirine, li 4 hezar û 500 gundan jî avakirina xaniyan berdewam e, heta dawiya salê hijmara xaniyên hatîn radestkirin dê bibe 200 hezar, heta dawiya tîrmehê 15 hezar û di tebaxê de jî 20 xanî werin radestkirin, her meh dê kêmzêde 20 hezar xanî werin radestkirin, li Diyarbekirê heta niha 4 hezar û 415 avahî hatine radestkirin û kargeh jî tê de 17 hezar û 590 avahiyên din jî dê werin çêkirin û radestkirin.
Di axaftina xwe de Mûrat Kûrûm bal kêşand ku nabe di herêma erdhejê de bo gengeşeyên siyasî cih were dayîn û divê biratî derbikeve pêş. Mûrat Kûrûm derbarê avedankirina Sûrê de jî amaje kir ku ew giringiyek teybet didin Sûrê ku Sûr şûnwarên dîrokî û hêja ye.