Li dijî asayîkirina peywendiyên Tirkiye bi rejîma Sûriyeyê re li Ezazê xwepêşandan derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Xelkê bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê, li dijî nêzîkbûna di navbera rejîma Tirkiye û Sûriyeyê de, di xwepêşandanekê de nerazîbûna xwe nîşan dan.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, bi dehan xelkê bajarê Ezazê derketin xwepêşandanekê û tê de nerazîbûn û redkirina xwe ji asayîkirina peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de û vekirina dergehan di navbera deverên opozîsyon û rêjîmê de nîşan dan.
Rewangehê da zanîn, şeva borî xwepêşandan li Darat Izzê û Ebzîmo yên li gundewarê Helebê û Biniş, Ereb Seîd û Erîha li gundewarên Idlibê jî derketin.
Ji destpêka vê Tîrmehê ve, li navçeyên di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê û grûpên ser bi wan ve, bi berdewamî xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî egera asayîkirina peywendiyên Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê û êrîşên nijadperestên Tirk li dijî penaberên Sûrî li bajarên Tirkiyeyê de derdikevin.
Di xepêşandanên 1ê Tîrmehê de jî, 6 xwepêşander li Efrînê û xwepêşanderekî din li Cerablusê hatibûn kuştin û zêdetir ji 20 xwepêşanderên din jî birîndar bûbûn.