Li çiyayê Gabarê birca bîreke sondajê ya lêgerîna petrolê dikir hilweşiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li çiyayê Gabarê yê Şirnexê birca bîreke sondajê ya TPICê ku lêgerîna petrolê dikir, hilweşiya. Ji 3 karmendên di bin kelûpelan de mane, 2 kes bi birîndarî hatin xilaskirin, ji bo karmendê din xebat berdewam in.

Parezgerê Şirnexê Cevdet Atay daxuyanîyek li ser bûyerê parvekir û got: “Li çiyayê Gabarê di encama hilweşîna birca legerîna petrolê ya hejmar 27 de, 3 karmend di bin kelûpelan de man.”

Diyar kir jî, “Tîmên pispor ên AFAD, UMKE, Agirkujîye, TPIC, TPAO û yên Cendirmeyan demildest hatin veguhastin cihê bûyerê û dest bi xebatên rizgarkirinê kirin.”

Aşkere kir jî, “Di encama xebatên ku hatin kirin de, ji 3 karkerên ku di bin xirbeyan de mabûn, 2 kes bi birîndarî hatin rizgarkirin, karkerek bi helîkopterê bo nexweşxaneyê hat rakirin, karkerê din jî bi reya bejayî hat rekirin. Hewldanên me yên ji bo rizgarkirina xebatkarê din ê di bin xirbeyan de mayî, berdewam dikin.”

Fly Erbil Advertisment