Partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê: Divê Kurdek bibe Parêzgerê Kerkûkê

Konferansa rojnamevanî ya partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê
Konferansa rojnamevanî ya partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Partî û aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê tekezê li ser wê yekê dikin ku postê Parêzgerê Kerkûkê pişka Kurdan e û divê Kurdek bibe parêzger.

Kombûna Partî û aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê îro (Yekşem, 21.07.2024) hat kirin. Herwesa daxwazê ji aliyên serkeftî yên Civata Parêzgeha Kerkûkê dikin ku bi zûtirîn dem Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê pêk bînin, ji bo xizmetkirina bajarê Kerkûkê bi hemî pêkhateyên wê ve.

Partî û aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê tekezê li ser wê yekê dikin ku postê Parêzgerê Kerkûkê pişka Kurdan e û divê Kurdek bibe parêzger.

Di çarçoveya wê civînê de hemî alî hevnerîn bûn ku di dema pêdivî de civîna berpirsê yekê yê partiyan bê kirin.

Endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê li roja Pêncşemê, 11.07.2024, çûn nav hola civînan û civîna Civata Parêzgehê hat destpêkirin. Tevaya endamên wê civatê di wê civînê de berhev bûn û bernameya karî hat xwandin.

Rakan Ciborî wekî biemirtirîn endamê wê encûmenê ew civîn bi rê ve bir û got, “Tevlîbûna hemî aliyan di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de gelek giring e, di demekê de ku ji sala 2005ê ve hilbijartinên Encûmena Parêzgehê li Kerkûkê nehatine kirin. Ev jî ji bo bicihanîna xizmetkarî û seqamgiriyê karekî gelek giring e.”

Navbirî amaje jî da, “Niha civîna yekê dest pê dike û em dê bizavê bikin ku danûstandinan li ser çend pirsan bikin, Kerkûk ji bo Îraqê gelek giring e û herwesa xelkê wê rolekê giring di çêkirina pêkvejiyanê li Îraqê de hebûye.”

Fly Erbil Advertisment