Sasan Ewnî: Em bizavê dikin îsal parçeyên erdî li ser fermanberan parve bikin

Sasan Ewnî
Sasan Ewnî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê amajeyê dide ku, bizavê dikin îsal di dema diyarkirî de rêkarên parvekirina erdî li ser fermanberan temam bikin û fermanber bigehin wî mafê xwe.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro (Duşem, 22.07.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Rêkarên qanûnî yên parvekirina parçeyên erdî li ser fermanberan ji aliyê serokatî û birêveberiyên giştî yên şaredariyan ve bidawî hatine û niha di qonaxa bicihanînê de ne, tenê karûbarên qanûnî yên erdî mane.”

Sasan Ewnî herwesa got, “Ew pirose di karkirineke berdewam de ye, mijara dîtin û diyarkirina erdan ji aliyê serokatî û birêveberiyên giştî yên şaredariyan ve li sinorê masterplanan û derveyê masterplanên bajaran temam bûye, niha di qonaxa rêkarên bicihanîna karûbarên qanûnî de ye.”

Navbirî herwesa got, “Paştir mijara nexşedananê ji bo wan cihan tê pêş, ji bo wê jî hemî serokatiyên şaredariyan, birêveberiyên giştî û Wezareta Şarredariyê li ser wê pirsê kar dikin.”

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê ron jî kir, “Em hêvîdar in li dû wê soza ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi fermanberên Herêma Kurdistanê daye, em bikarin îsal di dema diyarkirî de rêkarên parvekirina erdî li ser fermanberan temam bikin û fermanber bigehin wî mafê xwe.”

Fly Erbil Advertisment