Kamala Harris bi Netanyahu re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Politicoyê ragehand ku, alîkareke Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris ji wan re ragehandiye ku Netanyahu di serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de bi Kamala Harris re dicive.
Wê alîkara Cîgira Serokê Amerîkayê amaje jî daye ku, Kamala Harris tevlî gotara Netanyahu ya li Kongirêsa Amerîkayê nabe, belkî dê di vê heftiyê de li Koçka Spî bi awayekî taybet pê re bicive.
Li dû gotina wê alîkara Cîgira Serokê Amerîkayê, Kamala Harris niyet heye ku “piştevaniya xwe ji bo ewlehiya Israîlê û mafê bergiriyê ji xwe tekez bike”, lê nerîna xwe digehîne ku dema wê yekê hatiye şer bê bidawîanîn, bi awayekî ku ewlehiya Israîlê gerentî bike, hemî revandî bên azadkirin û gelê Filistînê jî bikare tamê ji mafê keramet û azadî û çarenivîsa xwe werbigire.
Tevî wê yekê jî, biryar e danûstandin li ser pêşveçûna şêwirmendiya berdewam a lihevkirina agirbestê li kertê Xezzeyê bê kirin.
Pêştir Koçka Spî civîna pilankirî ya navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di serdana wî ya ji bo Waşintonê de ragehandibû.
Joe Biden biryara vekêşana xwe ji hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ragehand, herwesa piştevaniya xwe ji bo kandîdbûna Kamala Harris ji bo kandîdkirina hilbijartinan ji bo Partiya Demokrat diyar kir.