Li Licê operasyonek li dijî madeyên hişbir hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku li navçeya Licê operasyonek li dijî hilberîn û bazirganiya madeyên hişbir hatiye lidarxistin, ku armanc ew e têkiliya navbera madeyên hişbir û rêxistina neyasayî were aşkerekirin ku di encamê de 1 kes hatiye binçavkirin.

Ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Diyarbekirê ve li gundên navçeya Licê yên wek Hedik, Karahasan û Yolçatiyê operasyona madeyên hişbir hat lidarxistin.

Di operasyona 22yê Tîrmehê hatî lidarxistin de 785 hezar û 300 kenevîr, 444 hezar skunk, 342 kîlo esrara kubar, 37 kîlo esrara toz hatiye bidestxistin.

Parêzgeriya Diyarbekirê dide zanîn ku madeyên hiçbir ên hatîn bidestxistin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine jinavbirin.

Di daxuyaniyê Parêzgeriya Diyarbekirê de bal tê kêşan armanca operasyonan ew e ku têkiliya navbera rêxistina neyasayî û madeyên hişbir de were aşkerekirin û di encama operasyonê de kesek kesek hatiye desteserkirin û bo Serdozgeriya Komarî hatiye veguhastin.

Fly Erbil Advertisment