Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryareke taybet bacê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Bacê li Wezareta Darayî Kemal Wartê ragihand, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend bac li ser welatiyan tên rawestandin.
Kemal Wartê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara 3393 da, ji bo hinek barê li ser milê welatiyan sivik bike.
Biryarên hatine dayîn:
- Rawestandina bacên xwaringeh û otêlan.
- Rawestandina bacên nexweşxaneyên taybet
- Rawestandina bacên li ser semûnxane û nanpêjxane
- Rawestandina baca li ser zeviyên vala
Herwiha got, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew biryar daye, heta ku ew yasa li Parlamentoya Kurdistanê tê sererastkirin. Hevdem jî, ev biryar li gorî rewşa heyî ya welatiyan hatiye dayîn.