Rêveberiya Xweser 68 girtiyên “terorê” li Minbicê serbest berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya “lêborîna giştî” de, Rêveberiya Xweser 68 girtiyên DAIŞê li Minbicê serbest berdan.

Hevserokê Desteya Navxwe ya Minbicê Ehmed Xelîfa ji mediya xwcehî re got, hemû girtiyên berdayî, bi tawanên terorê tohmetbar in, lê destê wan bi xwînê nebûne.

Herwiha Ehmed Xelîfa amaje bi wê yekê kir, sizaya hin girtiyên ku li bajarê Minbicê di zîndanan de mane, dê were kêmkirin.

Duhî Duşemê jî Rêveberiya Xweser 141 girtî ji girtîgeha Alaya ya Qamişlo û beriya wê jî 180 girtî ji Girtîgeha Navendî ya Hesekê serbest berdabûn.

Rêveberiya Xweser roja 17ê Tîrmehê “Lêborîneke Giştî” ji bo tawanên terorê û tawanên li dijî ewlekariya Rêveberiya Xweser hatine kirin, ragihandibû.

Di çarçoveya vê lêborînê de, tê plankirin ku nêzî 1500 girtî ji girtîgehên Rêveberiya Xweser di nava vê hefteyê bên berdan.

Li gorî lêborînê, mîr, serokên rêxistinên terorîst, beşdarên teqînan û kesên şerê li dijî HSD’ê kirine û bûne sedema mirinan, nayin derxistin.

Derbarê vê lêborîna Rêveberiya Xweser de, rojnamevan Barzan Husên roja 22ê Tîrmehê ji K24ê re gotibû: “Di dema ku Rêveberiya Xweser tawanbarên terorê û bazirganên madeyên hişbir serbest berdide, lê çalakvan û rojnamevanan girtî dihêlê.”

Fly Erbil Advertisment