Elî Hisên: Em nikarin bê Ereb û Tirkmenan postê Parêzgerê Kerkûkê yekalî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê amajeyê dide, “Em nikarin bê Ereb û Tirkmenan postê Parêzgerê Kerkûkê yekalî bikin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên piştî serdana xwe ya ji bo Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê di daxuyanniyekê de ji rojnamevanan re got, “Ne PDK ne jî YNK bê Ereb û Tirkmenan dikare postê Parêzgerê Kerkûkê yekalî bike.”

Elî Hisên herwesa got, “Li Herêma Kurdistanê partiyên cuda cuda hene û me siyasetên cuda jî hene, lê li demên pêdivî berjewendiyên welatiyên Kurdistanê û berjewendiyên hevpar me kom dikin û her demeka pêdivî jî bike, çi arêşe nînin ku PDK û YNK li ser astê bilind bicivin.”

Navbirî di derheqa pirsa postê Parêzgerê Kerkûkê de jî got, “Ev pirs tenê bi PDK û YNKê çare nabe, belkî ne PDK û ne YNK û ne jî hemî hêz û aliyên siyasî dikarin bê Ereb û Tirkmenan wê pirsê yekalî bikin.”

Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê ron jî kir, “Em pêştir bi YNKê re rûniştin û me danûstandin kirin ku parêzgerekî Kurd ê niştîmanperwer ê serbixwe ku Kurdekî resen ê Kerkûkê be bikin parêzger, lê me nekarî bigehin encamê.”

Elî Hisên di derheqa amadekariyên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de jî got, “Komisyona Hilbijartinan a Îraqê amadekariyên xwe dike, em jî wekî PDK pabendî demê ne û hemî alî jî pabendî rênimayên Komisyonê ne.”

Navbirî tekez jî kir, “Herwesa peyama PDKê ew e ku hilbijartin bi awayekî pakij bi rê ve biçin û rêz li dengên welatiyan bê girtin, ji ber ku divê welatiyên dengder ji bo biryardana li ser paşeroja Herêma Kurdistanê dadwer bin.”