Du roj in agir bi çiyayên Efrînê ketiye

Agirê Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Agirekî mezin bi çiyayên navçeya Raco û Bilbilê yên Efrînê ketiye û rûberên fireh ji dar, zevî û daristanan şewitîne û agir heta niha nehatiye kontrolkirin.

Çalakvanên Efrînê belav kirin, ji duhî 23ê Tîrmehê ve agirekî mezin bi çiya û zeviyên gundên Elbîskê, Bilêlko û Meydan Ekbesê yên navçeya Raco ketiye û gihîştiye çiyayên navçeya Bilbilê û heta niha nehatiye vemirandin.

Li gorî çalakvanan, tîmên agirkujê û aliyên pêwendîdar destêwerdan nekirine û xelkê gundên navborî bi alavên li ber dest hewl dan ku agir vemirînin, lê ji ber ku agir belav bûye, hewlên wan bê encam mane.

Çalakvanan perçevîdyoyên şewatê li torên civakî belav kirin ku tê de diyar dibe, rûberên fireh ji darên zeytûnan, gêlas, zevî û kelekên daristanan şewitîne.

Li gorî çalakvanan, Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Parêzgeha Helebê belav kir, bi hinceta ku rewşa deverê dijwar e û otomobîlên agirkujiyê nikarin xwe bigihînin cihê agir, destêwerdana vemirandina agir nekirine.

 

Fly Erbil Advertisment