Li Parêzgeha Neynewayê goreke bikomî hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand, goreke bikomî ya kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, li dibistaneke parêzgeha Neynewayê hat dîtin.
Şaneyê îro 25ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: “Bi hevkariya welatiyan agahî li ser hebûna termê mirovekî li taxa El-Seid a navçeya Teleferê hatin. Hêzeke hevpar jî dest bi lêkolînê li cihê bûyerê kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di dîmeneke bi êş de, bermahiyên mirovan yên binaxkirî di dema kolandina bingehên dibistanekê de hatin dîtin.”
Diyar kir jî, “Di lêkolînên destpêkê de, hat dîtin ku ew termên 14 qurbaniyên destên çeteyên DAIŞ'ê ne ku pêştir hatibûn binaxkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, “Bi armanca tespîtkirina nasnameyên wan qurbaniyan, tedbîrên qanûnî hatin girtin û term bo aliyên pêwendîdar hatin radestkirin.”