Li Çewlîgê kesekî bi kêrê êrîş kir: 4 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çewlîgê alûdeyekî madeyên hişbir bi kêrê êrîşî welatiyan kir û 4 kes kuştin û 5 kes jî birîndar kirin.
Li gor zanyariyan, alûdeyekî madeyên hişbir, li Çewlîgê li ser cadeyê bi kesekî re dest bi nîqaşê kir û pişt re bi kêrê êrîş kir, welatiyên li derdorê jî xwastin wî asteng bikin, lê wî bi kêrê êrîşî wan jî kir.
Hat zanîn, di êrîşê de 4 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Alûdeyê madeyên hişbir piştî demekê hat girtin.
Li gor zanyariyên welatiyan, alûdeyê madeyên hişbir, hê berê ji ber hejmarek tawanan ketiye zîndanê û ew 3 roj berê hatiye berdan.