Girtîgeha Diyarbekirê tabloyeke Mem û Zînê wek tawan dît û dest danî ser

Navenda Nûçeyan (K24) – Girtîgeha Diyarbekirê dest danî ser tabloyeke Mem û Zînê ku ji aliyê girtiyekî ve hatibû çêkirin. Rêveberiya girtîgehê dibêje tabloyê de bangeşiya rêxistina neyasayî heye. Parêzerê dozê serî li dadgeha bilind daye, nivîskar jî dibêjin Mem û Zîn nirxek hevpar ê hemû kurdan û hemû mirovahiyê ye ku nabe rastî helwestek wisa were.

Girtiyek bi navê Mazlum Dagtekîn ê ku di Girtîgeha Diyarbekirê de ye tabloyek a Mem û Zînê çêkir û xwest bo dêbavê xwe bike diyarî, lê rêveberiya girtîgehê bi sedema ku tabloyê de bangeşiya rêxistina neyasayî heye dest danî ser tabloyê. Li ser vê yekê Mazlum Dagtekîn serî li rêveberiya da ku tabloyê vegerînin lê serîlêdan hat redkirin, Parêzerê Mazlum Dagtekînî da zanîn ku wan serî li dadgeha Diyarbekirê jî dane lê dadgehê jî serîlêdana wan red kiriye û balê dikêşe ku nabe raderbirîna hunerî wek karek neyasayî were dîtin.

Parêzerê Mazlum Dagtekîn, Mehdî Ozdemîr ji K24ê re got: “Bavê Mazlum Dagtekîn ji dayîka wî hes kiriye lê wê demê nedayînê û wî jî wê revandiye ku çîrokek wan a evînî heye, ji ber wê Mazlum xwestiye tabloya Mem û Zînê bo dêbavê xw  bike diyarî, jê re gotine renge kesk û sor û zer tabloyê de hene û agir heye ku ev jî dibe bangeşiya rêxistina neyasayî. Ev helwesteke keyfî ye, ew hêman nabin hêmanên tawanê, azadiya raderbirîna hunerî hatiye binpêkirin ku li vê derê helwesta rêveberiya girtîgehê de tawan heye.”

Mem û Zîn a ku ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve jî wek pirtûk hatiye çapkirin di nava kurdan de xwedî cihek girîng e. Nivîskarên Kurd dibêjin nayê qebulkirin ku nirxek wisa hêja wek tawanê nirxandin.

Nivîskar Omer Dılsoz dibêje: “Mem û Zîn bo kurdan nirxek gelek bilind e, em di hunera xwe de îlhamê ji Mem û Zînê distînin, Ehmedê Xanê Destana Memê Alan bi Mem û Zînê nivîsiye, Mem û Zîn ango Kurd, girtiyek wêneyê Mem û Zîn çêkiriye wek tawanê hatiye dîtin ev şermezarî ye, nayê qebulkirin.”

Parêzerê Mazlum Dagtekîn dide zanîn ku wan hemû rêyên hiquqî yên Diyarbekir de encamek bi dest nexistine û ji ber wê serî li dadgeha makezagonê dane ku niha li benda Dadgeha Makezagonê ne.

Fly Erbil Advertisment