Sûdanî: Divê hikûmeta herêmî ya Kerkûkê bi lihevkirinekê bê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser temamkirina rêkarên pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi lihevkirin û beşdariya hemû pêkhateyan kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 25ê Tîrmehê pêşwazî li endamên Hevpeymaniya Erebî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir.

Nivîsgeha Sûdanî belav kir: “Di hevdîtinê de, Sûdanî tekezî li ser girîngiya temamkirina rêkarên ji bo avakirina hikûmeteke herêmî, lihevkirina nûnerên pêkhateyan û beşdariya hemûyan kir.”

Herwiha tekez kir, pêwîst e hemû hêzên niştimanî hevkar bin. Ji bo cibicîkirina daxwazên gelê xwe, pêkanîna planên hikûmetê di warê xizmetguzarî û geşepêdanê de, li gorî bernameya hikûmetê.

Helwestên YNK û PDKê li ser danîna Parêzgarê Kerkûkê

Berpirsê Buroya Silêmanî û Helebceyê ya PDKê Elî Husên duhî di civîneke rojnamevaniyê de ragihandibû, “Ne PDK û ne jî YNK bêyî Ereb û Tirkmenan, nikarin posta parêzgariyê yekalî bikin.

Herwiha Elî Husên got: “Em pêştir bi YNKê re civiyan û me li ser destnîşankirina parêzgarekî Kurd ê serbixwe gotûbêj kir, lê me nekarî bigihin encamekê.”

Berpirsê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa gotibû: “Parêzgarê Kerkûkê ji aliyê partiyekê ve nayê destnîşankirin, gelek pêkhateyên Kerkûkê hene û divê bi rêkeftina hemû aliyan, parêzgarek were destnîşankirin.”

Roja 11-07-2024an, piştî nêzîkî heşt mehan ji hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bo caran yekem, bi beşdariya hemû aliyên siyasî civiya

Li gorî yasayê, piştî civîna yekem a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, heyama mehekê ji bo aliyên siyasî tê dayîn, ta ku ji bo hilbijarftina Parêzgar, Serokê Encûmenê û cîgirênwan lihev bikin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê: 7 Kurd (5 YNK, 2 PDK), 6 Ereb, 2 Tirkmen û kursiyek jî ji kotaya Xiristiynan.