Parêzgerê Stenbolê ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê ve ji bo Hewlêrê tê vexwandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê li Parîsê Parêzgerê Stenbolê vedixwîne Hewlêrê, Serokê Şaredariya Stenbolê jî Parêzgerê Hewlêrê vedixwîne bajarê xwe ji bo ku peywendî mukomtir bibin.
Îro (Pêncşem, 25.07.2024) di çarçoveya Konferansa Guhertrinên Keşûhewayê û amadebûna di merasîmên destpêka yariyên Olympiad û Para Olympiad ên 2024ê de li Parîsa paytexta welatê Fransayê, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmam Oglu re civiya.
Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, di wê hevdîtinê de tekez li ser mukomkirin û zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyeyê de û herwesa peywendiyên navbera Hewlêr û Stenbolê hat kirin.
Her li dû wê ragehandinê, Parêzgerê Hewlêrê di wê hevdîtinê de bi awayekî fermî Serokê Şaredariya Stenbolê ji bo serdankirina Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê vexwand. Serokê Şaredariya Stenbolê jî bi awayekî fermî Parêzgerê Hewlêrê ji bo serdankirina Stenbolê vexwand.
Zêdebarî wê yekê jî ku her du aliyan vexwandinên hev qebûl kirin, tekez jî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera xwe kir.
Qebareya bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê her salê nêzî 11 milyar dolaran e, 75% ya wan kelûpelên ji Tirkiyeyê tên hawirdekirin jî ji bo bajarên jêrî û naverastên Îraqê tên şandin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw her îro li Parîsê û her di çarçoveya Konferansa Guhertinên Keşûhewayê de bi Sikirtêrê Giştî yê Bexdayê Omer Mûsa Kazim re jî civiya.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser zêdetir mukomkirin û pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.