Kamala Harris û Netanyahu civiyan

Kamala Harris û Benjamin Netanyahu
Kamala Harris û Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Malpereke Israîlê radigehîne ku, Cîgira Serokê Amerîkayê û kandîda Serokatiya Amerîkayê Kamala Harris û Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li Waşintonê civiyan.

Malpera Ynetê ya Israîlê ragehand ku, wê civînê 40 deqîqeyan vekêşa û li destpêka wê civînê Harrisê ji Netanyahu re gotiye: Serokwezîr, ez bi dilgermî li benda danûstandinan im - gelek tişt hene ku em li ser biaxivin.

Harrisê piştî wê civînê gotiye, “Em pabendî Israîlê ne, lê nabe rewşa dijwar a Xezzeyê bê piştguhxistin.”

Amaje jî daye ku, ew danûstandin bi Netanyahu re rastgoyane û erênî bûn. Herwesa got, “Ez pabendî Israîlê û ewlehiya wê me, herwesa wê maf heye ku bergiriyê ji xwe bike, lê nabe xirabbûna rewşa mirovî li Xezzeyê bê piştguhxistin.”

Harrisê herwesa gotiye, “Em nikarin çavên xwe li karesatan bigirin, em nikarin rêyê bidin xwe ku li beranberî azaran bêhêz bin û ez jî di wî warî de bêdeng nabim.”

Harrisê herwesa daxwaza agirbestê û azadkirina revandiyan jî kiriye, behsa civîna xwe ya bi malbatên revandiyên Amerîkayî re kiriye û gotiye, “Min ji wan re got ku ew tenê nînin, ez û Biden jî her roj bi wan re ne ji bo ku ew vebigerin malên xwe.”

Behsa wê yekê jî kiriye ku Netanyahu haydar kiriye ku dema wê yekê hatiye wê lihevkirinê bike û agirbestê li Xezzeyê rabigehîne.