670 polîs li Kerkûkê hatin damezrandin

Kerkûk
Kerkûk

Kerkûk (K24) - 670 kes li nav rêzên polîsên Kerkûkê wekî girêbest hatin damezrandin û li destpêka meha bê erkên wan dê li sinorê wê parêzgehê bi wan bên spartin.

Çavkaniyekê ji polîsên Kerkûkê ji K24ê re ragehand, “670 polîs li nav rêzên polîsên Kerkûkê li roja Şemiyê li akademiya polîsan çavpêkeftinê dikin û li destpêka meha bê dest bi karê xwe dikin.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Damezrandina wan kesan li nav rêzên polîsên Kerkûkê bi rêya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bû, pêştir pereyekî mehane bi wan hatiye dan û paştir bi Wezareta Navxwe ya Îraqê re li hev kiriye ku ew bi mûçeyê 500 hezar dînarên mehane bi awayê girêbest bên damezrandin.”

Tekez jî kir, “Ew kes dê li serê meha Tebaxê dest bi karê xwe bikin û dê li sinorê parêzgeha Kerkûkê erkên wan bi wan bên spartin.”

Wê çavkaniyê di derheqa liberçavwergirtina rêjeya neteweyan di wê damezrandinê de jî got, “Bi çi awayan ew yek li ber çavan nehatiye wergirtin û eger li dû navan be, Kurd gelek kêm in an jî her di nav de nînin.”

Fly Erbil Advertisment