Salih Gedo: Di 2 hefteyên bê de diyaloga kurdî-kurdî dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ragihand, di du hefteyên bê de diyaloga kurdî-kurdî dest pê dike.

Salih Gedo ji K24 re got, di du hefteyên bê de diyaloga kurdî-kurdî dest pê dike û ew hêvîdar e şandên herdu aliyên siyasî bi berpirsyane û cidî serederiyê bi vê proseyê re bikin.

Berî nêzîkî hefteyekê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gotibû: “Niha daxwaza dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî tên kirin, pêkan e jî li dawiya meha Tebaxê ya bê, danûstandinên Kurdî - Kurdî ji nû ve dest pê bibin.”

Li ser vê daxuyaniya Mezlûm Ebdî, Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji K24ê re got: “Ji dema ku diyalog di dawiya 2020an de hatine rawestandin ve, me hertim daxwaza diyaloga Kurdî – Kurdî kiriye û me ji Amerîka û welatên Ewropî re jî gotiye ku em hertim jê re amade ne, lê aliyê din (PYNK) ne amade bû û ofîsên ENKSê dişewitandin û serkirde û endamên wê digirtin.”

Feysel Yûsif tekez kir jî: “Mijara diyaloga Kurdî – Kurdî, stûneke sereke ye û berjewendiya miletê me tê de heye û pê re ne, lê divê bingehek ji diyalogê re hebe û divê girtî bên berdan û êrîşên ku di ragihandinê de li ser ENKSê tên kirin, bên rawestandin. Dema ku em li hevdu rûnin, divê bawerî di navbera me de hebe.”

Li ser heman mijarê jî, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl jî tekez kir, ew her tim ji diyaloga kurdî – kurdî re amade ne, lê ti haya wan ji dema dubare destpêkirina wê tune ne.”

Îsmalî got jî: “Ji bo yekrêzî û yekhelwestiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê û ji bo ku gelê Kurd li Sûriyeyê bigihe encamekê di pêşeroja Sûriyeyê de, em tim jê re amade ne û qurbanî ji bo wê dane, lê mixabin heta niha aliyê PYNKê ti gavek ji bo wê neavêtiye, berûvajî wê, binpêkirinên tund û req ji bo ku diyaloga kurdî negihe ti encamekê kirine, wek şewitandina ofîsên ENKSê, revandina endam û alîgirên ENKSê.”

Diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de di Mijdara 2019an de dest pê kiribû û her du alî li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind û çend xalan lihev kiribûn, lê ev diyalog ji dawiya sala 2020an ve rawestiyane.
 

Fly Erbil Advertisment