Leyla Zana: Em bi dilxweşî amade ne bi dahol û zurneyan dakevin cadeyan

Leyla Zana
Leyla Zana

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê bi tometa ku bi gerandina dîlanê bangeşeya PKKê kirine, 13 kes hatin binçavkirin. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî hişyarî da desthilatê ku hemû kurd amade ne li cade û kolanan dîlanan bigerînin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê li Stenbolê 13 kes binçav kirin. Ew 13 kes jî bi wê yekê tên tometbarkirin ku “di demên cuda de li dawet û şahiyan dîlan gerandine û bi diruşm û stranan bangeşeya PKKê kirine.”

Bi heman sedemê jî, beriya çend rojan li Mêrsînê 11 ciwan hatibûn binçavkirin û sirûdên nijadperestên Tirk bi wan dabûn guhdarîkirin. Duh jî li navçeya Misircê ya Sêrtê 6 jin û keçên ku dîlan gerandibûn hatibûn binçavkirin.

Li ser zêdebûna bûyerên bi vî awayî, siyasetmedara Kurd Leyla Zana li ser tora civakî da got, “Sebir û fişarê nexin ser sebir û sînorê kurdan, eger hûn hizir dikin, me hemûyan bi stranên kurdî, dahol û zirne û diruşman derxin cade û kolanan, em bi dilxweşiyê amade ne.”

Fly Erbil Advertisment