Kameran Elî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek piştevaniya xwandina Kurdî li Kerkûkê dike

Kameran Elî
Kameran Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkûkê amajeyê dide ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam piştgiriya wan kiriye. Herwesa dibêje, “Mamostayên xwandina Kurdî li Kerkûkê di astekî bilind ê zanistî û perwerdeyê de xizmetê dikin.”

Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkûkê Kameran Elî îro (Duşem, 29.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Serkeftina xwendekarên Kurd li Kerkûkê di qonaxên dawiyê de û xasma jî li pola şeşê ya amadeyiyê, ji bo dilgermî û rijdiya xwendekarên Kurd bi xwe û malbatên wan vedigere, ku piştî sala 2003ê azad bûne û bi zimanê dayikê dixwînin.”

Kameran Elî amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyeke zêde ji bo piroseya xwandina Kurdî li Kerkûkê dike û hemî pêdivîtiyên madî û mînevî ji bo biserxistina wê piroseyê dabîn kirine.”

Navbirî behs jî kir, “Mamostayên xwandina Kurdî li Kerkûkê li ser astekî bilind ê zanistî û perwerdeyî xizmetê dikin, xwe rojekê jî boykota piroseya xwandinê nekiriye û bi hemî dilsozî û hestê neteweyî tevlî piroseya xwandinê bûne.”

Birêveberê Xwandina Kurdî li Kerkûkê ron jî kir ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam piştevaniya wan kiriye û daxwaziyên wan bi cih anîne.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd li roja Duşemê, 22.07.2024, ragehandibû ku, bi tilefonê peyama pîrozkirinê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gehandibû xwendekar Kardo Ferhan Ebdulkerîm, ku li ser astê Îraqê li xwandina Kurdî li parêzgeha Kerkûkê bûye serkeftiyê yekê.

Alan Heme Seîd herwesa di postekê Facebookê de jî spasiya mamosta û xwendekarên xwandina Kurdî li Kerkûkê kiribû û daxwaza serkeftinên berdewam jî jê re kiribû.

Fly Erbil Advertisment