Rewşa nexweşên penceşêrê yên Efrînê xirab e

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Efrînê ji ber nebûna nexweşxaneyên taybet ên penceşêrê û kêmbûna dermanan û alavên pişkinînê, nexweş zehmetiyan dikişînin.

Bi gotina wan, ew di rewşeke xirab de dijîn. Kêmbûna dermanan jiyana wan biastengtir kiriye. Ji ber rewşa darayî ya xirab, şiyanên wan ên çareseriyê jî nînin.

Nexweşeke penceşêrê ya Efrînê got, “Ez çûm nexweşxaneyê, nexweşxaneyên taybet tune ne. Heşt caran min çareserî wergir û heta niha ez diçim xwe çare dikim. Ez dermanan dikirim û pişkinînan dikim.”

Jina navbirî herwesa got, “Nexweşxaneya penceşêrê li Efrînê tune ye, hemî bi pere ye. Ji bo her carekê, min sed dolar birine,”

Li aliyekî din kesûkarên nexweşan jî tînin ziman ku derman nayên peyda kirin û yên ku hene jî gelek giran in û ew nikarin bikirin. Ew hêvî dikin ku alîkariya wan bê kirin, heta ku nexweşên wan çareseriyê werbigirin û ji mirinê rizgar bibin.

Hevjîna nexweşekî jî got, “Em dixwazin Barzanî karekî ji me re bike. Her kesek karekî ji me re bike ku em feydeyî jê bibînin. Em diçin Efrînê, duxtor tune ne. Ev sê sal in ku hevjînê min di vê nexweşiyê de ye. Me tiştên xwe firotin û em niha di hundir de mane.”

Li bajarê Efrînê û gundên wê, piştî ku Tirkiye û komên çekdar destê xwe danî ser wê, rewşa xelkî xirab bû. Ji wê demê ve her ku diçe xirabtir dibe, xasma jî piştî erdheja bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ku wesa kiriye welatî di rewşeke mirovî û darayî ya xirab de bijîn û nekarin debara jiyana xwe bikin.

Fly Erbil Advertisment