Parêzgerê Dihokê: Hikûmet hemî bizavan bo kêmkirina bazirganiya bi mirovan dike

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê tekezê dike, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizavên xwe dike ku bazirganiya bi mirovan ji bo nizimtirîn ast kêm bike.”

Tayê Dihokê yê Birêveberiya Nehêlana Tawanên Rêkxistî bi çavdêriya Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 30.07.2024) dîdara “belavkirina hişyariyê li ser tawanên bazirganiya bi mirovan wekî tawaneke rêkxistî” lidar xist.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di gotarekê de amaje da, “Niha hejmareke zêde ya qaçaxçiyan ciwanên welatê me dixapînin û wan wekî keristeyekî bazirganî bi kar tînin, ji ber ku jê re dibêjin; em dê we bibin welatekî Ewropayê û gerentiya gehiştinê jî didin wan, lê mixabin piraniya wan bi rêya gehiştina Ewropayê ve dixeniqin.”

Elî Teter eşkere jî kir, “Bi dirêjahiya dîrokê bazirganiya bi mirovan li Rojhilata Navîn hebûye û niha jî nehatiye binbirkirin. Pêdivî ye li ser astê navdewletî jî hevahengiyeke baştir ji bo kêmkirina bazirganiya bi mirovan di navbera welatan de hebe.”

Navbirî tekez jî kir, “Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî bizavên xwe dikin ku bazirganiya bi mirovan ji bo nizimtirîn ast kêm bikin. Çi welatekî nekariye û nikare wê diyardeyê binbir bike, lê em dikarin ji bo nizimtirîn ast kêm bikin.”

Fly Erbil Advertisment