Ebûbekir: Ji ber biryarên Serokwezîr proseyeke mezin a avedaniyê li Silêmanî û Helebceyê diqewime

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê ragihand, bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseyeke mezin û berfireh ya avedanî û vejînê li Silêmanî, Helebce û îdareyên serbixwe diqewime û dilê bi hezaran kes, bi taybetî yên ku bi çandiniyê re mijûl dibin, wê xweş be.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro 30î Tîrmehê di konferanseke rojnamevaniyê li gel Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah de ragehand, “Di dîroka Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, cara yekem e ku daxwazên Silêmanî û Helebceyê yên ji hikûmetê tên kirin, di asta sozan de namînin, berevajî vê, bi kiryar bersiva wan tê dayîn û biryar ji bo wan tên dayîn û proje ji bo sînorên her du parêzgehan tên cîbicîkirin.
Heval Ebûbekir bi navê Parêzgarê Silêmaniyê û bi nûnertiya Parêzgarê Helebce û Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Serokê Dîwanan Encûmena Wezîran Omêd Sebah û tîmên hikûmetê kir, ji ber biryarên wan ên girîng ên di warê xizmetguzariyê de ji bo Silêmanî, Helebce û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê.
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku xizmetguzarî dê bandorê li ser pêkanîna erkên hikûmetê li Silêmaniyê, Helebce û Germiyanê û xelkê wan bike û dê asta xizmetguzariyê baştir bike û daxwazên xelkê bicih bîne.
Heval Ebûbekir bal kişand ser wê yek, îro bi biryar desthilatdariya îdarî û darayî ji parêzgeh û îdareyên serbixwe ên Silêmanî û Helebceyê hat zêdekirin, ku dê bibe gaveke girîng û sedemek ji bo pêşketina kar û erkên hikûmetê xwecihî.