Serkideyekî Hizbullaha Libnanî di êrîşekê ser Beyrûtê de hat aramnckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî li Taxa Başûr a Beyrûtê kire armanc.
Ajansa “Reuters” ragihand, di encama êrîşeke asmanî li ser Taxa Başûr a Beyrûtê de, serkirdeyekî payebilind ê Hizbullahê hatiye armanckirin.
Du jêderên ewlekarî ji “Reuters” re piştrast kirin ku fermandarê payebilind ê Hizbullah Fûad ŞukIr, ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye armanckirin, ji êrîşê rizgar bûye.
Ji aliyê xwe ve, Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, wan "Fermandarê berpirsê kuştina zarokan li Mecdel Şemsê û kuştina gelek sivîlên Îsraîlê, kirine armanc.”
Medyaya Îsraîlê jî ragihand, artêşa Îsraîlê ji bo egera her bersiveke Hizbullahê li hember êrîşa li ser Taxa Başûr a Beyrûtê, ketiye rewşa amadebaşiyê.
Ev êrîş piştî wê tê, Amerîka û Ewropa berî çend rojan ji welatiyên xwe daxwaz kiribûn ku ji ber geşedanên nû yên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, di zûtirîn dem de ji Libnanê derkevin yan jî xwe amade bikin ku ji bo demeke dirêj bimînin.