Amerîka: Destê me di kuştina Heniyê de nebû
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, destê wan di kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye de nîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro 31ê Tîrmehê li Sîngapurê ragihand, destê wan di kuştina Îsmaîl Heniye de nîne û beriya kuştina wî jî ew nehatine agahdarkirin.
Blinken got: “Texmînkirin pir dijwar e û em fêr bûne ku texmîn nekin, lê agirbesta li Xezzeyê pêwîst e û Amerîka kar li ser vê yekê dike.”
Li Manîlayê, Paytexta Fîlîpînê jî rojnamevanan ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin pirsa kuştina Heniye kirin, wî jî bersiv da: “Tiştekî ku ez li ser vê mijarê bibêjim tune ye.”
Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye û pasewanekî wî îro danê sibê li Tehranê di êrîşeke de hatin kuştin.
Tevî ku Îsraîl bi fermî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe jî, Supaya Pasdarên Îranê û Hamas, wê bi vê êrîşê tometbar dikin.
Pasdarên Îranê jî ragihand, ew lêkolînê derbarê çawaniyê êrîşê de dikin û ewê di pişt re ji raya giştî re aşkere bikin. Herwiha li Îranê sê wek şîna giştî hat ragihandin.
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamineyî jî, got: “Rejîma tawanbar a Îsraîlê mêvanê me yê ezîz di mala me de şehîd kir û em hemû xemgîn kirin, lê rê li ber cezayê xwe yê giran jî vekir.”