Kanada piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Kanadayê li Herêma Kurdistanê di 41emîn salvegera Enfala Barzanîyan de, tekezî li ser wê yekê dike, divê tawanên bi vî rengî dubare nebin.

Di peyama Balyozxaneya Kanadayê de hetiye: “Îro 41 saliya Enfala Barzaniyan e ku ji aliyê rejîma Seddam Husên ve hatiye kirin û di encamê de bi hezaran mêr, jin û zarokên bêguneh hatin şehîdkirin.”

Herwiha got: “Kanada pabendbûna xwe bi parastina aştî û aramiyê li Iraq û Kurdistanê tekez dike, da ku di paşerojê de ev hovîtî dubare nebe.”

Li gorî belgeyên ku ji Ajansa Îstixbarata Leşkerî ya rejîma Beis hatine desteserkirin, Enfala Barzaniyan di sê qonaxan de pêk hatiye.

Qonaxa Yekem: 31/7/1983 Komkirina Barzaniyên li Qoştapa li du komelgehên neçarî Quds û Qadsiye li derdora parêzgeha Hewlêrê.

Qonaxa Duyem: 10/8/1983 Komkirina Barzaniyên niştecihên komelgeha Herîr, Diyana û Behrke û gundên Mergasurê.

Qonaxa Sêyem: 1/10/1983 Careke din mal bi mal li kampan geriyan û kesên ku ji du qonaxên berê derbas bûbûn, girtin.

Fly Erbil Advertisment