Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser daxwaza Îranê bi lez dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Civata Rûsyayê amajeyê dide, “Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser daxwaza Îranê civîneke bilez dike.”
Serokatiya Civata Rûsyayê îro (Çarşem, 31.07.2024) ragehand, “Civata Ewlehiyê ya Navdewletî îşev li ser daxwaza Îranê civîneke bilez dike.” Ron jî kir, “Ew civîn piştî kuştina Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ye.”
Serokatiya Civata Rûsyayê amaje jî da, “Her yek ji Çîn, Rûsya û Cezaîrê piştevaniya daxwaziya Îranê kiriye.”
Tehranê di nameyekê de, ku ji aliyê Balyozê Îranê li Neteweyên Yekgirtî Emîr Seîd Îrfanî ve arasteyî Civata Ewlehiyê ya Navdewletî hatiye kirin, êrîşa Israîlê ya li ser Tehranê şermezar kir, ku tê de Îsmaîl Heniye hat kuştin.
Ev jî di demekê de ye ku, serê sibeha îro (Çarşem, 31.07.2024), Serokê Nivîsîngeha Siyasî ya Bizava Hemasê Îsmaîl Heniye li cihê mana xwe li Tehranê bi zêrevanekî xwe yê taybet re di êrîşekê de hat kuştin.
Hemasê eşkere jî kir, Îsmaîl Heniye piştî ku li Tehranê tevlî merasîmên destpêkirina karî yên Serokkomarê Îranê yê nû bû, çû cihê mana xwe û paştir hat kuştin.