Sê bergumanên êrîşên 11ê Îlonê li tawanên xwe mikur hatin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 21 salan ji girtinê, Xalid Şêx Mihemed û du hevkarên wî li girtîxaneya Guantanamo razî bûn ku li tawanên xwe mikur werin ku plansazên êrîşên 11ê Îlona 2001ê ne.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) tenê got, her sê berguman razîbûne li tawanên xwe mikur bên, da ku cezayê wan siviktir bibe, bêyî ku ti hûrgiliyên din bide.
Di vê derbarê de, berpirsekî Amerîkî ku navê wî nehat zanîn ji “Reuters” re got: “bê guman mikurhatina wan, li hember berdêla rakirina cezayê darvekirinê ye.”
Herwiha got: “Mercên peymanê nehatine eşkere kirin, lê ew li tawanên xwe mukir hatin, li beramberî cezayê darvekirinê, bi cezaya zindana hetahetayê were guhartin.”
Xalid Şêx Mihemed ku wek bergumanê sereke û plansazê êrîşên 11ê Îlonê tê naskirin, roja 1ê Hezîrana sala 2003an li Pakistanê hat girtin û yek ji kevintirîn girtiyên girtîgeha Guantanamo tê hejmartin.
Li girtîgeha ku di sala 2002’an de bi fermana serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush hatibû vekirin, hemû gumanbarên êrîşên 11’ê Îlonê tê de bûn, bi giştî 800 girtî hebûn, lê niha tenê 30 girtî mane.