Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dike

Serok Barzanî û Yan Brem
Serok Barzanî û Yan Brem

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê dike û pê re tekezê li ser dostînî û peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşxistina wan peywendiyan dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 01.08.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yan Brem kir.

Serok Barzanî di çarçoveya civîna xwe ya li gel Konsulê Giştî yê Fransayê de tekez li ser dostînî û peywendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê û pêşxistina wan peywendiyan kir.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên siyasî yên Îraq û deverê û peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û herwesa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li hev guhertin.”