Umêd Xoşnaw ji bo K24ê: Mesrûr Barzanî li van nêzîkan alîkariya zirardîtiyên Qeyseriya Hewlêrê dike

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê zanyarên giring li ser qerebûkirina dikandarên Sûka Qeyseriya Hewlêrê eşkere dike, herwesa radigehîne ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de li ser hêlê ye, ji bo alîkarîkirina zirardîtiyên wê sûkê.

Sûka Qeyseriya Hewlêrê yek ji wan bi dehan sûkên Hewlêr û Kerkûk û Dihokê ye, yên ku ji aliyê desteyeke girêdayî PKK û YNKê di kiryarên terorsitî de hatin şewitandin û zirar gehişt bi sedan dikandaran.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di vî warî de ji K24ê re got, “Nûjenkirina Sûka Qeyseriya Hewlêrê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek bi lez hatiye destpêkirin, gojimê pênc milyar û 300 milyon dînaran ji bo wê nûjenkirinê tê xerckirin. Ew pirose ji dema xwe ya diyarkirî bileztir tê temamkirin. Ji bo vê meremê jî, du kompanî berdewam û bi çend şeftan li ser wê kar dikin.”

Ron jî kir ku dikandarên wê sûkê ji bo 50% ya baca sala 2023ê hatine efûkirin û ji bo sala 2024ê jî 100% tên efûkirin, ji bilî wê yekê ku ji kirêya gilêş û pereyê karebê û logoyan hatine efûkirin. Ên ku kirêdarên hikûmetê ne jî ji pareke kirêyê tên efûkirin. Herwesa ji bo mijara alîkarîkirina wan jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameyek heye û li van nêzîkan alîkariya wî xelkî tê kirin.”

Parêzgerê Hewlêrê tekez jî kir ku, ji bilî wan karên ji bo nûjenkirina wê sûkê hatine kirin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameyek heye ku alîkariya wan bike. Herwesa got, “Ji bo me wekî parêzger û hikûmet, ew kesûkarên me ne. Her tiştekî pêdivî be, em di xizmetê de ne.”

Li şeva 05.05.2024ê, agir berbû pareke Sûka Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin, lê zirar gehişt bi sedan dikandaran.