Pêşewa Hewramanî: Em pêşwaziya biryara diyarkirina rojekê bo rêzgirtina li qurbaniyên Êzidî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Em pêşwaziya biryara Serokwezîrê Îraqê li ser diyarkirina rojekê ji bo rêzgirtina li qurbaniyên Êzidî û tevaya qurbaniyên komkujiyan dikin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Pêncşem, 01.08.2024) ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya diyarkirina roja 03ê Tebaxê li hemî salan ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve wekî roja rêzgirtinê li qurbaniyên Êzidî û tevaya qurbaniyên komkujiyan dike.”
Pêşewa Hewramanî amaje jî da, “Li dû biryara Serokwezîrê Îraqê, her sal li seet dehê serê sibeha wê rojê, fermangehên hikûmetê û cihên giştî û sûk û cade ji bo rêzgirtina li canê qurbaniyan bêdeng radiwestin, em jî li Herêma Kurdistanê rêzê li vê biryarê digirin û giring û pêdivî dibînin.”