Li bajarê Kastamonuyê yê Tirkiyeyê polîsek hat kuştin

Wêne: IHA
Wêne: IHA

Diyarbekir (K24) - Li bajarê Kastamonuyê keseke tiryak bi çekê êrîşî polîsan kir û paşê jî dayika xwe weke dîl girt. Di encama wê erîşê de polîsekê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan li bajarê Kastamonuyê kesekê navê wî nehatî eşkerekirin û tiryak ji ber sedemeka nediyar bi çekî êrîşî polîsan kir û 2 polîs birîndar kirin.

Piştî teqe li polîsan kirî, wî dayika xwe jî weke dîl girt. Di encama operasyonê de, ew kesê tiryak hat binçav kirin û dayika wî jî hat rizgar kirin. Polîsê bi navê Ahmet Şahan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û dermankirina polîsê din yê birîndar jî berdewam dike.

Fly Erbil Advertisment