Zêdetirî 25 zindaniyan di navbera Rûsya û Amerîkayê de li hev hatin guhertin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî lihevguhertina 26 zindaniyan di navbera Rûsya û Amerîkayê de, ew balafira ku hejmareke wan zindaniyan hilgirtibû gehişt Amerîkayê.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vidant Patel ragehand ku ew lihevguhertin dîrokî bû, herwesa spasiya wan welatan jî kir ên ku navbeynkarî ji bo vegerandina wan zindaniyan kiribû.
Vidant Patel herwesa got, “Azadkirina wan Amerîkayiyên ku bi awayekî şaş li welatên din hatine girtin û êxisîr in ji karên pêşiyê yên Joe Biden û Wezîrê Derve yê Amerîkayê bûn.”
Navbirî amaje jî da, “Di dema sê salên borî de bi dehan Amerîkayî ji bo nav kesûkarên wan hatine vegerandin, em spasiya wan hevparan jî dikin ên ku ji bo lihevkirina vegerandina êxisîran alîkar bûn, xasma Almanya û Norwec û Silovînya. Em bizavên Tirkiyeyê jî bilind dinirxînin ku piştgiriya lojistî ji bo wê piroseya lihevguherrtinê kiriye.
Herwesa Serokê Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Haris li bingeha hêza asmanî ya Androsê li nêzî Waşintonê pêşwaziya wan zindaniyan kir ên ku ji aliyê Rûsyayê ve li dû lihevkirinekê lihevguhertin pê hatiye kirin û hatine azadkirin, ji wan jî rojnamevan Ivan Gershkovich û endamê berê yê hêza deryayî Pol Willan bûn.