Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Mîrê Êzidiyan û Civata Rohanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (În, 02.08.2024) cejna Çilê Havînê li Mîrê Êzidiyan û Civata Rohanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir û hêvî kir vê cejnê bi xweşî û tenahî bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragehand ku, di vê helkeftinê de careke din tevaya Êzidiyan piştrast dikin, wekî çawa di dema borî de alîkarên wan bûn û ew parastin û bergirî ji wan kir û piştevaniya wan kir, dê bi eynî awayî li ser piştevanîkirina mafên wan berdewam bin û her tiştekê ji wan bê dê ji wan re bikin.

Fly Erbil Advertisment