Instagram li Tirkiyeyê hat astengkirin

Diyarbekir (K24) - Li Tirkîyeyê ji torên medyaya civakî Instagram hat astengkirin.

Ji 02ê Tebaxa 2024an û vir ve bikarhênerên medyaya civakî yên li Tirkiyeyê nikarin bikevin Instagramê. Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê ketina Instagramê asteng kir.

Di daxuyaniya ku ji terefê BTKyê ve hat dayîn de hat gotin ku “Bi hinceta ku li gor sûçên katalogê tev nagere, dest ji wan hat girtin.”

Fly Erbil Advertisment