Çavdêrên siyasî yên Rûsyayê civîna navbera Esed û Erdogan dûr dibînin

Erdogan û Esed
Erdogan û Esed

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandiyê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mikhail Bogdanov radigehîne ku, ji bo hevdîtina berpirsên Tirkiye û Sûriyeyê amade ne li Moskoyê derfeta hevdîtinê çê bikin. Çavdêr û şarezayên Rûsyayê jî dibêjin, “Pirsa hebûna hêzên Tirkiyeyê li nav axa Sûriyeyê û vegerandina awareyan ji bo warên wan û çend mijarên din di rêya wê civînê de astengên mezin in.”

Şirovekerê Siyasî Andre Antikov radigehîne, “Berî hilbijartinên Serokatiya Tirkiyeyê, Rûsyayê bizav kir ku aştiyê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de çê bike, lê piştî encamên hilbijartinan ew mijar hat bêdengkirin.”

Andre Antikov herwesa got, “Niha Serokê Tirkiyeyê niyeta xwe ji bo aştiyê diyar kiriye. Bê goman Rûsya dikare bibe hevaheng ji ber ku peywendiyên wê bi Sûriye û Tirkiyeyê re baş in. Bi bawera min, niha zû ye ku behsa vê derfetê bê kirin ji ber ku navê Îraqê jî wekî welatê navbeynkar tê.”

Navbirî amaje jî da, “Rûsya li pey aştkirin û asayîkirina peywendiyên diplomatî yên Enqere û Dîmeşqê ye. Ez wesa difkirim ku mimkin ev hevdîtin pêngavek be ji bo çarekirina van arêşeyan û bê goman mistehîl e di çarçoveya hevdîtinekê de ev arêşe hemî bên yekalîkirin.”

Li dû gotina şarezayên Moskoyê, Rûsya ji bo rêkxistina wê hevdîtinê bi her yek ji Sûriye û Tirkiyeyê re di danûstandinan de ye, lê şertên Enqere û Dîmeşqê ji bo asayîkirina peywendiyan dijwar in.

Mamostayê Zanîngehê Andrei Baklanov got, “Rûsya bizavê ji bo razîkirina aliyên wê arêşeyê nake, belkî dibe alîkar û hevaheng. Em baş aşnayî rewşa deverê ne, lewma divê alî li ser bingeha rastiya rewşê pêngavan biavêjin.”

Andrei Baklanov amaje jî da, “Berê van nerînan zêdetir li Tirkiyeyê ye, ji ber ku em li ser rewşa Sûriyeyê haydar in. Helwesta Tirkiyeyê dijwar e lê bingehên durist nînin. Sûriye jî pêxemetî ewlehiya axa welatê xwe li ser şertên xwe tund e û tekezê dike.”

Navbirî tekez jî kir, “Ew mijara ku vê pirsê aloz dike hebûna hêza Tirkiyeyê li nav axa Sûriyeyê ye. Di vê arêşeyê de, Rûsya dikare rolê hevahengiyê bigêre.”