Berpirsekî Israîlî: Îranê hemî amadekarî ji bo êrîşa moşekî û dronî kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi gotina berpirsekî Israîlî, li dû daxuyaniyên eşkere yên berpirsên Îranê, artêşa Pasdaran hemî amadekarî ji bo êrîşeke berfireh a dronî û moşekî li ser Israîlê kirine.
Sky News ji zarê rojnamevanê Israîlê Barack Ravid parve kiriye ku, berpirsekî bilind ê Israîlê eşkere kiriye “Îranê wekî berî êrîşên Nîsana borî dest bi amadekirina dronan û sîstema moşekî ji bo êrîşkirina li ser Israîlê kiriye. Dema wê êrîşê bi duristî ne ji bo Israîlê û ne jî ji bo Amerîkayê eşkere bûye.”
Wî berpirsê Israîlî herwesa ragehandiye, “Îran bi awayekî eşkere amadekariyan ji bo êrîşeke berfireh û mezin li ser Israîlê dike û ev jî bi awayekî ron û eşkere di daxuytaniyên berpirsên Îranê de diyar e, ku merema wan ew e êrîşa vê carê ji êrîşa Nîsana borî gelek mezintir û bibandortir be.”
Herwesa amaje daye ku, daxuyaniyên eşkere yên berpirsên Îranê çi poşmaniyek tê de nabe.
Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî ji aliyê xwe ve li destpêka vê heftiyê ragehandibû, “Bersivdana Israîlê mafekî qanûnî ye û dê yekalîker jî be, ji ber ku bersiva Îranê dê di berjwendiya ewlehî û seqamgiriya hemî welatên deverê de be.”