Wezareta Çandiniyê û tîmeke WFP kar ji bo keskkirina daristanên şewitî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li gel tîmeke Bernameya Xwarekê ya Cîhanî (WFP) kar ji bo pêşxistina çandinî û avdaniyê li Kurdistanê û keskkirina daristanên şewitî dike.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, komîteyeke taybet a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê bi tîmeke Bernameya Xwarekê ya Cîhanî civiya, ji bo gotûbêjkirina projeyên hatine cîbicîkirin û wan projeyên ku niha di qonava cibicîkirinê de ne.

Diyar kir jî, gotbêj li ser projeyên ku di pêvajo û nexşerê de ne jî hatin kirin, bi taybetî di warên rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û kêmkirina bandor û kêşeyên wê de, bi zêdekirina qada kesk, piştgirîkirina mêşvanan û vekirina korsên rahênanê bo derçûyên çandiniyê, ji bilî peydakirina derfetên kar û pîşesazîkirina berhemên navxweyî yên cotkaran.

Amaje bi wê jî da, civînê tekezî li ser giringiya dabînkirina alavan ji bo nûjenkirin, avakirin û çakkirina hewz û projeyên avdanê, jinûve aktîvkirina stasyonên meteorolojiyê, vezîvirandin, paqijkirina ava giran û dubare bikaranîna wan ji bo çandiniyê, kir.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê diyar kir jî, di civînê de gotûbêj derbarê berdewamkirina karê komîteyan ji bo giringîdana zêdetir bi baxçeyên Herêma Kurdistanê û çandina daran ji bo keskkirina daristanên ku di dema borî de ji ber şewat û karesatên xwezayî ziyan dîtine, hatin kirin.

Fly Erbil Advertisment