Îraqê jivanê bidawîanîna erkê Hevpeymanan paş xist

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber pêşhatên vê dawiyê, Îraqê jivanê bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê paş xist.
Wezareta Derve ya Îraqê di beyannameyekê de ragehand, “Lijneya Bilind a Serbazî ya Amerîka û Îraqê, ku berpirsên her du welatan tê de hene, behsa hûrkariyên vekêşana şêwirmend û serbazan kir.”
Di wê ragehandinê de amaje hatiye dan ku, karên Lijneya Bilind a Serbazî di dema çend mehên borî de li ser helsengandina metirsiyên DAIŞê bûn, bi merema destnîşankirina jivanê bidawîanîna erkê serbazî yê operasyonan û bi îradeyeke bihêz. Di wê ragehandinê de herwesa hatiye, li ser wê bingehê hebûna şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî bi hemî neteweyan ve li ser axa Îraqê tê bidawîanîn.”
Danûstandinan herwesa hûrkariyên pilebilind ên vekêşana şêwirmendan vegirtin. Ew yek jî berçav kir ku, ya mayî lihevkirina li ser hûrkariyan e û jivanê ragehandinê ye û hin aliyên din ên lojisît.
Wezareta Derve ya Îraqê herwesa ragehandiye, “Em nêzî ragehandina vê lihevkirinê bûne, lê ji ber pêşhatên vê dawiyê, ragehandina bidawîhatina erkê serbazî yê sala 2019ê yê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê hat paşxistin.”
Di ser hebûna komên çekdar ên girêdayî Îranê re, Îraq mêvandariya du hezar û 500 serbazên Amerîkayî dike.
Çavkaniyên Îraqî ragehandiye ku, Bexda dixwaze hêzên hevpeymaniya serbazî bi serokatiya Amerîkayê li meha Îlona bê dest bi vekêşanê bikin û heta meha Îlona 2025ê bi awayekî fermî dawiyê bi karên wê hevpeymaniyê bînin, li gel îmkana mana hin ji hêzên Amerîkayî li ser pileya şêwirmendiyê li dû danûstandinên nû.