10 kes li başûrê Libnanê di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke Îsraîlê li ser devera Nebetiyê ya li başûrê Libnanê de, 10 kes hatin kuştin ku di nava wan de zarok hebûn.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî a Libnanê îro 17ê Tebaxê ragihand, şeva borî artêşa Israîlê “kargeheke kevirên çîmentoyê” li navçeya pîşesazî li devera Nebetiyê kir armanc.

Ajansa da zanîn, di encama êrîşa Îsraîlê de, 10 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn ku hemû jî Sûrî ne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Libnanê jî, di encama bombebaranê de, pasewanê kargehê, hevjîn û zarokên wî hatin kuştin û 2 karker jî birîndar bûn.

Got jî: Tîmên Berevaniya Divîl û ambûlans û karmendên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê, termên miriyan û birîndar rakirin nexweşxaneya Şêx Rexib Herb.

Ji aliyê xwe ve artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên wan şeva borî êrişî depoyeke çekan a Hizbullaha Libnanî li devera Nebetiyê kirin.

Ji piştî şerê li Xezzeyê ve, Hizbullah û artêşa Îsraîlê her roj li ser sînor êrîşî hevdu dikin. Roja 16ê Tîrmehê jî, 3 zarokên Kurd ên Efrînê li başûrê Libnanê di êrîşeke Îsraîlê de hatibûn kuştin

Fly Erbil Advertisment