Ji bo 6 parezgehên Bakurê Kurdistane hişyariya zedêbûna germahiyê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Reweberiya Keşûhewayê hişyariya zedêbûna germahîyê ji bo 6 parezgehên Bakurê Kurdistane da.
Di daxuyaniya Midûriyeta Reweberiya Keşûhewayê ya Herêma 15emîn de hat diyarkirin, li gor tesbîtên dawî yên meteorolojiyê germahiya hewayê ya ku li seranserê herêmê ji normên demsalî di ser ra ye ji roja duşemê pê de 4 heta 8 pileya zêde bibe..
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Di rojên pêş de li hin navendên me yên parêzgeh û navçeyan germahiya herî zêde tê pêşbînîkirin; Dîyarbekir û navçeyên wê: 38-44, Riha û navçeyên wê: 40-43, Mêrdîn û navçeyên wê: 38-44, Sêrt û navçeyên wê: 37-43, Êlih û navçeyên wê: 40-44 u Şirnex û navçeyên wê: 35-46. Ji ber germahiya zêde divê bi taybetî kesên nexweşiyên wan ên kronîk, kal û pîr û zarok di navbera saet 11.00 û 16.00an de ku saetên herî germ in li cihên vekirî nebin û baldar bin.”