Sîrwan Rojbeyanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem alîkariya qezayên Mexmûr û Şêxanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Yekê yê Parêzgerê Neynawayê dibêje, 90% xizmetkarî ji bo sinorê Mexmûrê dabîn kirine, herwesa hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê alîkariyeke baş ji bo qezayên Mexmûr û Şêxanê kiriye.
Cîgirê Yekê yê Parêzgerê Neynawayê Sîrwan Rojbeyanî ji K24ê re ragehand ku, “Em wekî Hikûmeta Xwecihî ya Neynawayê xizmeta hemî deverên sinorê îdareya Neynawayê dikin. Îro jî me serdana Mexmûrê kir û me ji nêz ve guhdariya daxwaziyên xelkê xwe kir. Texa cotyaran hin arêşe hebûn, di demeke nêz de jê re tên çarekirin.”
Sîrwan Rojbeyanî herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî razîbûna xwe li ser terxankirina parçezeviyekê li Mexmûrê ji bo çêkirina nexweşxaneyeke 100 textî diyar kir, di çend mehên bê de berê binyatî jê re dadine.”
Navbirî amaje jî ku, 90% xizmetkarî ji bo sinorê Mexmûrê dabîn kirine, herwesa hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê alîkariyeke baş ji bo qezayên Mexmûr û Şêxanê kiriye.
Cîgirê Yekê yê Parêzgerê Neynawayê di derheqa biryara Civata Parêzgeha Neynawayê de got, “Ew biryar şaş bû û nabe di şevek û rojekan de 21 yekîneyên îdarî bên guhertin. Dema Bexdayê zanî ku ew biryar şaş e û neqanûnî ye, yekser ew rawestand.”
Cîgira Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî û Cîgirê Yekê yê Parêzgerê Neynawayê Sîrwan Rojbeyanî îro (Sêşem, 20.08.2024) serdana Mexmûrê kir.
Sîrwan Rojbeyanî di kongireyeke rojnamevanî de got, “Armanca serdana me ji bo Mexmûrê ew e ku em guhdariya daxwaziyên xelkî bikin û xizmeta hemiyan bê cudahî bikin. Di demekê de ku Mexmûrê ji ber êrîşa DAIŞ zirar dîtine, em dê bi xelkê xwe re berdewam bin û ya pêdivî be em dê ji xelkê wê deverê re bi cih bînin.”
Navbirî amaje jî da ku, ji bo arêşeya cotyarên Mexmûrê nivîsarek arasteyî Wezareta Çandinê kiriye, ji bo ku wekî par ji mafên xwe bêpar nebin.